Nûnerê DYE’yê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya bi daxuyaniyekê, komên çekdar ên li Iraqê hişyar kir.
Stava got ku ji bo pêşerojek baştir, divê komên çekdar bikevin bin kontrola hikûmetê û got, “Pêwîstiya Iraqê hîn jî bi piştigiriyê heye. Ti cihek ji bo komên çekdar ên derveyî desthilata dewletê kar dikin nîne. Aramiya Iraqê girêdayê hebûna hêzeke ewlehiyê ya yekgirtî ya di bin fermandariya hikûmetekê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ye ku di bin alayekê de yekgirtî be û nûnertiya hemû Iraqiyan bike.”
Stava di dewamê de diyar kir ku bêyî yekîtiyê, serwerî û pêşketina Iraqê dê di metirsiyê de bimîne û xwest Iraqek xwedî serwer, dûrî destwerdana derve hebe û got, “Iraq li herêmê welatek serekeye û divê rola xwe ya xwezayî di pêşxistina aştî, ewlehî û aramiya herêmî de bilîze.”